H’emû nûçe

Sîlih’ê Ermenîstanêye nû bi r’astî heye û zûtirekê wê wî sîlih’î nîşan bidin: P’aşînyan

Sîlih’ên nû bi r’astî li Ermenîstanê heye û zûtirekê li welatên der jî wê wî sîlih’î nîşan bidin. Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa r’êjîma onlaynê, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan gotîye.Wî sîlih’î ne t’enê li Ermenîstanê, lê usa jî li welatên der dixwezin bidine xebatê. “Pr’ojeya sîlih’ hela hê ya sur’îye, lê wextê ku ew bi t’emamî bona sûka navnet’ewî hazirbe û nimûnên sîlih’e nû îdî hazirbin, wî çaxî derheqa sîlih’da wê li Ermenîstanê û ji Ermenîstnê der jî bê belavkirinê”,-serekwezîr gotîye.Em bîr bînin,wekî derheqa sîlih’ên nûda mehekê pêşda serekwezîr gotibû û derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî têxnologîyayên bilind Hakob Arşakyan îzbat kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button