H’emû nûçe

Dermanê ku hevaltîya Nûbar Afêyan dijî koronavîrûsê çê kirîye, wextê cêr’ibandina li cem meriva encamên baş dane

Bîznêsmênê amêrîkîyî ermenî Nûbar Afêyan çêkirina dermanê dijî koronavîrûsêva mijûl dibe û niha ew gihîştine encamên e’wline baş. Derheqa wê yekêda qulixdarîya hevaltîyêye prêssayê r’agîhandîye.Nava êtapa cêr’ibandinaye e’wlinda, encamên baş dîyar bûne.Meremê cêr’ibandinê ew bû, ku bêne ser wê fikirê ku gelo ew derman bêqezîyaye, yan na. Hevaltîya Nûbar Afêyan li bajar’ê K’êmbrîcêye, ya ku t’evî înstîtûta ŞAY-ye saxlemîxweykirinêye miletîyê hevk’arîyê dike, dinîyayêda ji wan h’eyşt hevaltîyaye, yên ku çêkirina dermanê dijî koronavîrûsêva mijûl dibin. Ji hevaltîyê r’agîhandine,wekî li cem h’eyşt merivên ku t’evî cêr’ibandinê bûne, encamên baş hatine dîtinê.Hevaltî wê zûtirekê êtapa cêr’ibandinaye duda destpêke, t’evî k’îjanê wê bibin diha zêde meriv.Êtapa sisîya p’êşekzan têr’a dibînin meha tîrmehêda derbazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button