H’emû nûçeSereke

Îraqê li ser fona nexweşîya koronavîrûsê li hinek meh’elên p’ayt’extê xwe wê kar’antînê e’lamke

Li ser fona belavbûna koronavîrûsêye nava van h’evtîyên dawîda, Îraqê li p’ayt’extê xwe li çend meh’ela kar’antînê e’lamke.Ew meh’elên Beg’dayê, yên ku nava belavbûna vîrûsêda r’ola xwe dilîzin, wê ji r’oja çarşemê destpêkirî bi we’dê du h’evtîya nava kar’antînêdabin.Derheqa wê yekêda wezîrê Îraqêyî saxlemîxweykirinê gotîye. Ew neh’îy li qeraxê Beg’dayêne û li wir h’îmlî merivên k’esîb dijîn. Anegorî h’esabên wezîreta saxlemîxweykirinê, li Îraqê 34O4 nexweş hene, ji k’îjana 123 meriv wefat bûne. Hejmara nexweşa ji wî çaxîda zêde bû, wextê ku h’alê qeydeder hate derxistinê. Mesele, r’oja yekşemê 144 nexweş zêde bûne.H’etanî h’alê qeydeder, r’ojê ji 22-a h’etanî 3O-î merivî nexweş dik’etin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button