H’emû nûçe

Kongira Amêrîkayêye ermenîya bangî h’ukumata ŞAY û t’ifaqdarên NATO-ê dike, ku dijî gefxwerinên Êrdog’an derk’evin û jîyanên bêsûc bip’arêzin

Kongira Amêrîkayêye ermenîya axavtina serokê T’irk’îyayê R’êcêb T’ayb Êrdog’ane dawîyê çawa nîşana e’şaretîya bona k’omkujîen nû hesab kiriye, qf ku dijî net’ewên kêmjimare li herêmêye ermenîya, yûnana, mesîhîya, k’urda û usa jî net’ewên mayîn dikare bê mîyaserkirinê. Em bangî h’ukumata ŞAY û t’ifaqdarên wêye NATO-ê dikin, ku dijî van gefxwerina derk’evin û merivên bêsûc bip’arêzin.Kirinên Êrdog’anê serok usa kirin, ku konvênsîya Organîzeya Net’ewên Yekbûîye derheqa k’omkujîyêda aktîvbe, li k’îderê T’irk’îya alîkî îmzekire, û borcdarîyên bona îzinnedayîna k’omkujîke mayîn gerekê bêne pêşdak’işandinê. Çarê gulana sala 2O2O-î wextê axavtina xwe Êrdog’an e’lam kir, wekî ewê îzinê nedin, ku li T’irk’îyayê bermayên têr’orîsta bimînin.Nava e’lametîya kongirêda hatîye dîyarkirinê,wekî k’omkujî dikare biwek’ile, ew jî wî çaxî wextê ku li t’emamîya dinîyayê koronavîrûs belav bûye, wextê ku Êrdog’an zelal dicêr’ibîne guhdarîyê ji ser pirsgirêkên welatê xwe bide dûrxistinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî gotinên Êrdog’an alî wê yekê dikin ku nava civaka t’irkada h’al sertbe û pêr’a jî dest pişta hineka dixin, ku li ser pirsa h’iznekirinê, ji k’îjana yek jî h’eyştê gulana sala 2O2O-î qewimî, wextê ku li meh’eleke Stembolê êrîş birine li ser dêreke ermenî û cêr’ibandin dêrê bişewitînin. Ewê ku hatibû girtinê gotîye,wekî me’nîya cêr’ibandina şewitandina dêrê ew bûye,wekî wîr’a gotine ku me’nîya koronavîrûsê ermenîne.K’omên net’ewên kêmjimare ji T’irk’îyayê der, nava wanda usa jî li Sûrîyayê û li Qerebag’ê, r’ûê wan e’lametîyada dîsa bin qezîyayêdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button