H’emû nûçe

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gavên ji alîyê h’ukumata Ermenîstanêda t’eşkîlkirî, yên dijî koronavîrûsê r’aber kirine

Wextê konfêransa vîdêoyê, ya şêwira Avrasîyayêye t’ewrebilind, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gavên ji alîyê h’ukumata Ermenîstanêda t’eşkîlkirî, yên dijî koronavîrûsê r’aber kirine.Ewî gotîye,wekî ji destpêka meha gulanê sînorkirin hatine sistkirinê, lê ji 18-ê gulanêda îzina şuxulk’rîya govekên êkonomîkî hate dayînê û sînorkirin t’enê li ser govekên p’erwerdê û çandê û li hinek govekên mayîn mane.P’aşînyan gotîye,wekî vê êtapêda kar’antîn bi t’emamî hatîye derxistinê, r’ûê çida nexweş zêde bûn, lê qanûnên berk’ hatine pêşdak’işandinê, bona xweykirina bêqezîyabûna saxlemîyê û sosîyal-êkonomîkî. P’aşînyan gotîye,wekî h’ukumatê cêrge piştgirî t’eşkîl kirine.Nava xeberdana xweda serekwezîr usa jî daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku sûka Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkîye gazêye t’omerî sazbe û pêr’a jî sûka ênêrgêtîkîye t’evayî çêbe, şuxulk’arîya k’îjanê bona h’emûya wekehevbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button