H’emû nûçeSereke

Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bona pirsa Sûrîyayê bangî R’ûsîyayê û ŞAY dike ku derbazî dîyalogêbin

Wek’îlê k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûîyî li alîyê pirsên Sûrîyayê Hêyr Pêdêrsên bangî R’ûsîyayê û ŞAY kirîye ku bona pirsa Sûrîyayê dîyalogê berdewamkin. “Ez dixwezim bidime dîyarkirinê, wekî careke mayîn destpêkirina hevk’arîya navnet’ewî, dasekinandina aminaya di navbera hevda û usa jî hindava Sûrîyayêda gelekî girînge bona ku progrês hebe”,-wek’îlê k’atibê organîzeyê wextê vîdêokonfêransê gotîye. “Ez h’esab dikim,wekî dîyaloga r’ûsa-amêrîkîya nava vê pirsêda r’oleke girîng dilîze û ez bang dikim, ku wê dîyalogê berdewamkin”,-Pêdêrsên gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button