H’emû nûçe

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê bi 230-î merivîva zêde bûye û gihîştîye 5271-ê

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 230-î merivîva zêde bûye û gihîştîye 5271 merivî. Derheqa wê yekêda ji merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya e’lam kirine.Niha 2758 meriv qenc dibin, 44 071 têst hatine kirinê, 2419 meriv îdî qenc bûne.H’etanî niha 67 meriv wefat bûne.Em bîr bînin wekî girêdayî belavbûna nexweşîya koronavîrûsêr’a, 14-ê gulanê li civîna h’ukumata Ermenîstanê qirar hatîye qebûlkirinê, ku r’êjîma h’alê qeydeder bi mehekê dirêjkin.Ewê h’etanî 13-ê h’ezîranê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button