H’emû nûçe

Parlamênta Ermenîstanê pêşnyara h’ukumatêye derheqa cirmên admînîstratîve nava qewilên h’alê qeydederda qebûl kir

Parlamênta Ermenîstanê bi yekdengî, bi xwendina duem û bi t’emamî pr’ojeya qanûna ji alîyê h’ukumatêda r’aberkirî qebûl kir, bi k’îjanê pêşnîyar tê kirinê, ku t’er’ibandina sînorkirinên nava qewilên h’alê qeyderda cirmên k’ifşkirî bidine kêmkirinê.Dewsa 1OO-25O-î h’ezarî ew cirm kirine h’etanî deh h’ezar dirama. 87 parlamêntvana dengê xwe daye pr’ojeya qanûnê.Cîgirê wezîrê e’daletê Vahê Danîêlyan wextê r’aberkirina pr’ojeyê daye dîyarkirinê,wekî nava r’ojên h’alê qeydederda, li cîyên derdadayî meriv borcdarin maska daynin, lê cîyên vekirî li cem welatîya gerekê maske hebin, lê danîn e’seyî nîne. “Heger berê li cem welatîya gerekê k’axaza derheqa çûyîn- hatinêda hebûya, niha îdî borcdarin li cem xwe maska xweykin.Dewsa cirma ji 1OO-25O h’ezar dirama , niha cirmê deh h’ezar dirambe”,- cîgirê wezîr gotîye. Merivên ku pêşda cirma bilind dane, xêncî deh h’ezara, p’erên wane mayîn wê bêne paşdadayînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button