H’emû nûçe

Girdayî h’alê r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî Armên Sargsyanê serokk’omar hevdîtinên t’evî qewatên sîyasî, wek’îlên sêktora civakî û p’êşekzana t’eşkîl kirine

Girêdayî h’alê pêşdahatîr’a, encamên êkonomîkî û alt’kirina dijwarîyar’a, Armên Sargsyanê serokk’omar cêrge r’asthatinên şêwirdarîyê û qewatên ji parlamêntê der, t’eşkîletên civakî û p’êşekzanên govekên cuda-cuda t’eşkîl kirine.Nava vê doranêda Armên Sargsyan r’astî wek’îlên partîya Daşnaksût’yûnê hatîye.Wextê r’asthatinê xeberdan derheqa h’alê pêşdahatî, dijarîyên êkonomîkî, mecalên alt’kirina wanda çûye. T’evbûên r’asthatinê li ser wê fikirê bûne,wekî wî h’emû tiştî t’enê bi qewatên t’evayî dikarin h’elkin.Fikir dora pirsgirêkên hundur’ û der hatine p’evguhar’tinê.Xeberdan usa jî derheqa 1O5-salîya k’omkujîya Ermenî, sedsalîya peymana Sêvrê û salveger’a K’omara Ermenîstanêye E’wlinda çûye.Mêvana înîsîyatîva serokk’omar silv kirine, ya ku bona ç’areserkirina yektîya miletîyêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button