Sereke

Koalîsîyona Navnetewî bang dike ku Pêşmerge û eskerê Îraqê kirinên xwe bi hevra bidine koordînasyakirinê

Fermandarê eskerên mexsûs, yê hêzên koalîsîyona navnetewî, gênêral Êrîk Hîll elam kiriye, wekî hêzên Kurdistanêye dijî têrorê nava şerkarîya dijî DAÎŞ-ê gelekî kardarin. Wextê axaftina li ber têlêvîzyona K24-ê, Êrîk Hîll gotiye, wekî hêzên Kurdistanêye dijî têrorê gelekî kardarin û hêzên koalîsîyonê her dem hazirin ku bi hevra tevî opêrasyona bibin. Bi axaftina derheqa êrîşên DAÎŞ-êye van axirya, gênêral gotiye, wekî ew tevî hêzên kurda û îraqîya dixebitin. Ewî gotiye, wekî potênsîyala hêzên Kurdistanêye mezin heye. «Nava pêwandiyên meda guhartin tunene. Hêzên îraqî û Pêşmerge gerekê bi hevra dijî DAÎŞ-ê şer bikin»,- ewî gotiye. Fermandarê koalîsîyonê usa jî daye dîyarkirinê, wekî pêwandiyên wane tevî Hêzên Sûrya Dêmokratîk jî berdewamin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button