H’emû nûçeSereke

R’ojbêyanî: eskerê Îraqê bêyî cabdarî nêzîkî p’arastina neh’îyên hevr’aqayîlnekirî dibe

Parlamêntvana K’urdistanê û seroka komîtêya parlamêntêye pirsên neh’îyên K’urdistanêye hevr’aqayîlnekirî, Çîvan R’ojbêyanîyê e’lam kirîye,wekî eskerê Îraqê bêyî cabdarî nêzîkî pirsa p’arastina neh’îyên K’urdistanê dibe. “Eskerê Îraqê r’ast nêzîkî p’arastina neh’îyên K’urdistanê nabe.Neh’îyên k’urda wê diha baş bêne p’arastinê, heger pêşmerge wana bip’arêzin, çimkî ew t’oprax yên k’urdane”,-R’ojbêyanîyê wextê hevp’eyînv t’evî Basnews-ê gotîye.Ewê bîr anîye,wekî di navbera h’ukumata K’urdistanê û Îraqêda qayîlnivîsara derheqa p’arastina neh’îyên K’urdistanê hatîye îmzekirinê, lê ew yek nehatîye mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button