H’emû nûçe

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê bi 322 merivîva zêde bûye û gihîştîye 5928-a

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 322 merivîva zêde bûye û gihîştîye 5928 merivî. Derheqa wê yekêda ji merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya e’lam kirine.Niha 2952 meriv qenc dibin, 47 654 têst hatine kirinê, 2874 meriv îdî qenc bûne.H’etanî niha 74 meriv wefat bûne.Em bîr bînin wekî girêdayî belavbûna nexweşîya koronavîrûsêr’a, 14-ê gulanê li civîna h’ukumata Ermenîstanê qirar hatîye qebûlkirinê, ku r’êjîma h’alê qeydeder bi mehekê dirêjkin.Ewê h’etanî 13-ê h’ezîranê berdewambe.Ji 18-ê mehêda transporta civakî dixebite, lê bona r’êwîya û şofêra danîna maska e’seîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button