SerekeSîyasî

R’êjîma Sûrîyayê, opozîsîya Sûrîyayê û pratforma partîya k’urdaye yekbûyî qayîl bûne anegorî konstîtûsîyayê li Jnêvê hevr’axeberdana destpêkin

R’êjîma Sûrîyayê, opozîsîya Sûrîyayê û Yektîya Niştîmanîya K’urd, dik’evine nava k’îjanê 25 partîya û t’eşkîletên k’urd qayîl bûne, ku anegorî konstîtûsîyayê li Jnêvê hevr’axeberdana destpêkin.Ev yek piştî banga komîsarê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî Hêyr Pêdêrsên dîyar bû.Em bêjin,wekî Hêyr Pêdêrsên r’oja pêncşemê îzbat kir,wekî r’êjîma Sûrîyayê û opozîsîya Sûrîyayê hazirin hevr’axeberdana anegorî konstîtûsîyayê li Jnêvê careke mayîn destpêkin.Piştî wê yekê 25 partîya û t’eşkîletên k’urd yên Sûrîyayê jî qayîlîya xweye wî cûr’eyî dan.Şiroçîyê sîyasî Vahap Çoşkûn e’lam kirîye,wekî nenihêr’î wê yekê ku r’êjîma opozîsîyayê derheqa hazirîya xweda e’lam kirine, lê qayîlîya wan wê hêsa nîbe, de’wek’arîyên wan jî nava encamên hevr’axeberdanada wê bên k’ifşê. Çoşkûn daye dîyarkirinê,wekî partîya yektîya dêmokrasîyê navê xwe guhar’tîye û yekîtî çê kirîye.Heger partîyayên k’urdaye mayîn û t’eşkîletên mayîn negihîjine wê yekê, wî çaxî wek’îltîya k’urda wê bê t’er’ibandinê.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî h’emû alîyên nava konflîkta Sûrîyayêda bangî R’ûsîyayê û ŞAY-î dikin, ku piştgirîyê bidine vê qayîlîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button