ŞAY alîk’arîya 5,4 mîlîon dolara daye Ermenîstanê bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê
Nava dorana şer’k’arîya dijî koronavîrûsêda, h’ukumata ŞAY 5,4 mîlîon dolar çawa alîk’arî daye Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda bayloza ŞAY-ye li Ermenîstanê Lîn T’rêysîyê r’ûp’elê xweye fêysbûkêda nivîsîye û serda zêde kirîye,wekî ŞAY mîlîonek dolara jî başqe bide Ermenîstanê. Bi gotina wê ev mecal bona pêşxistina derfetên laboratorîya û qenckirina nexweşên here giran hatine dayînê. “Eva nava hevk’arîya meda tiştekî nû nîne, çimkî nava van 2O salên dawîda h’ukumata me 1O6 mîlîon dolar bona pêşxistina doxtirîyê daye Ermenîstanê”,-baylozê gotîye.Ewê daye dîyarkirirê,wekî nava Ermenîstanêda alîk’arîya xurek û eşîyayên hîgîênayê dane h’eyşt h’ezar malbta, lê 1,2 mîlîon dolar jî wê bona bîznêsa biç’ûke li qezayên Ermenîstanê bê dayînê. Dîplomatê serda zêde kirîye,wekî baylozxane bi aktîvî t’evî h’ukumata Ermenîstanê û usa jî t’evî hevk’arên navnet’ewîye mayîn dixebitin.