SerekeSîyasî

Dewleta T’irk’îyayê 18 meriv girtine, yên ku partîya Dêmokrasîya Gelava girêdayîne, nava wanda usa jî endamên k’oma jinaye mafp’arêz

Polîsîya T’irk’îyayê 18 meriv girtine, yên ku partîya Dêmokrasîya Gelava girêdayîne.Ev yek nava doranên opêrasîyona dijî têr’orê hatîye mîyaserkirinê. Nava wan 18 merivada, yên ku li provînsîya Dîyarbek’irê hatine girtinê, wek’îlên Partîya Dêmokrasîya Gela û endamên k’omên başqene, yên ku vê partîyayêva girêdayîne. Polîsîya t’irka dîsa sê meriva diger’e.K’atibê partîya Dêmokrasîya Gelayî prêssyaê wextê pêrêss-konfêraêsê îzbat kirîye,wekî endamên partîyayê, nevsên nihaye r’esmî, usa jî yên berê hatine binç’e’vkirinê û bang kirîye ku wana aza berdin. R’aste gavên vî cûr’eîye dijî partîya Dêmokrasîya Gela gelek tên avîtinê, lê tiştên usa t’unebûye, ku nava binç’e’vkirîyada awqas jin hebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button