SerekeSîyasî

Salih’ Mûslîm:em gumanin t’evî şêwira k’urdîye miletîyê bihîjine qayîlîyê

Wek’îlê partîya Yektîya Dêmokratîk Salih’ Mûslîm hevr’axeberdanên t’evî şêwira k’urdaye miletîyê baş qîmet kirîye û daye dîyarkirinê,wekî wanr’a li hev hatîye bighîjine qayîlîya dawî.Van axirîya herdu partîya jî hevr’axeberdan bona yektîya miletîyê destpê kirin.Hevr’axeberdan bi înîsîyatîya fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zlûm E’vdî hatine derbazkirinê û ew ji alîyê Herêma K’urdistanê, ŞAY û Fransîyayêda tên piştgirtinê. H’etanî niha herdu partîya girêdayî pirsên sîyasîr’a gihîştine qayîlîyê û p’evk’etin hatîye destanînê, ku van r’oja girêdayî pirsên leşkerî û admînîstratîvîr’a hevr’axeberdana destpêkin. Bi şirovekirina encamên hevr’axeberdana, Salih’ Mûslîm gotîye,wekî h’emû alî hevr’axeberdana derbaz dikin, bi wê gumanê, ku bighîjine qayîlîya t’omerî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button