H’emû nûçe

T’orosyan wefatbûna ji koronavîrûsêye li Ermenîstanê himberî h’esabên li dinîyayê û cêrge welata kirîye

Prêssa T’irk’îyayê derheqa welger’andina dewletêye li R’ûsîyayê dinivîse, ya ku wê zûtirekê biqewime û çawa ew didine k’ifşê, ewê dawîya havînê bibe.Şiroçîyê t’irkaye e’yan derheqa qewatkirina hêzên bêqezîyabûnêye li Moskvayê dibêjin û didine k’ifşê,wekî r’êytînga Pûtîn girêdayî koronavîrûsêr’a k’etîye û pêr’a jî r’êfêrêndûma konstîtûsîyon nehatîye derbazkirinê û meşa p’êşk’êşî nehê gulanê jî derbaz nebûye.Gelo Enqerê bo çi derheqa welger’andina dewletê li Moskvayê nişkêva got, gelo eva h’alê T’irk’îyaêva girêdayî nîne, li k’îderê welger’andinên dewletê bûne tiştekî sade? Gelo ev înformasîya derheqa welger’andina dewletêye li Moskvayê “r’azîbûna” Êrdog’ane bona piştgirîya Pûtîne sala 2O16-ye, wextê ku li T’irk’îyayê cêr’ibandina welger’andina dewletê qewimî? Wî çaxî R’ûsîya û T’irk’îya nava p’êwendîyên sertda bûn, çimkî wî çaxî t’irka sala 2O15-a meha mijdarê teyara r’ûsa xistibû.Feqet, ne Pûtîn , ne jî Êrdog’an bêyî hev nikaribûn û wana r’îya lihevhatinê dît.Gelo h’al niha hatîye guhar’tinê? Ew yek wekî koronavîrûsa li Dag’istanê Pûtîn xemgîn kir, bona çi ewî E’lîêvr’a têlêfon kir, dide k’ifşê,wekî Dag’istan çawa plasdarma dijî R’ûsîyayê tê lênihêr’andinê. Gelo xêncî T’irk’îyayê k’ê dikare vê plasdarmê baş bide xebatê? Bi wê yekêva t’evayî Enqere sîyasîya nû pêşda dik’işîne û niha prosêsa aktîv, ya p’arevekirina dinîyayê destpê dibe.Wezîrê T’irk’îyaêyî k’arên der Mêvlût Çaûşog’lû e’lam kirîye,wekî T’irk’îya dibe welatekî pêş nava plana globalîzasîyaêda.Serokê T’irk’îyayê Êrdog’an jî gotîye,wekî dijminê T’irk’îyayê PKK, lobbîyên ermenîya û yûnanane, yên ku li welatên deftenga Farisadanin, çimkî ew êkonomîka wana bi înstîtûtên welatên dere fînansî xirab dikin. Ewî usa jî gotîye,wekî seroketîya T’irk’îyayê wê nehêle ku “ewên ku ji şûr filitîne”, bicêr’bînin şuxulk’arîya xwe li T’irk’îyayê mîyaserkin. Gelo T’irk’îya li R’ûsîyayê çi hazir dike? ŞAY nava kirinên Enqerêye li Lîbîyayê piştgirî da, lê gelo li R’ûsîyayê ewê piştgirîyê bidine sîyasîya T’irk’îyayê? Şêwirmendê serokê T’irk’îyayê Me’sûd Hak’kî soz daye ku piştî kuştina 3O-î leşkerên t’irke li Îdlîba Sûrîyayê, h’eyfê ji R’ûsîyayê hildin.Çawa mêt’odek, ewî p’arçerkirina dewleta R’ûsîyayê h’esab kirîye. ” Me R’ûsîyayêr’a pêşda 16 cara şer’ kirîye û emê wê yekê dîsa bikin”, ewî gotîye. Ewî bîr anîye,wekî li R’ûsîyîyaê 25 mîlîyon musulman dijîn û h’eyfhildana wan wê gelekî xiravbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button