H’emû nûçeSereke

Hevr’axeberdanên di navbera şêwira k’urdîye miletîyê û Heja Bona Civaka Dêmokratîkda wê piştî cejinê destpêbin

Hevr’axeberdanên di navbera şêwira k’urdîye miletîyê û Heja Bona Civaka Dêmokratîkda, yên bona pirsên leşkerî û admînîstratîvî wê piştî cejinê destpêbin.Endamê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk, ya li Sûrîyayê, K’awa E’zîzî gotîye,wekî hevr’axeberdan berdewamin û piştî cejinê ewê careke mayîn destpêbin. “Herdu alî gihîştine qayîlîya sîyasî û eva gaveke girînge bona gihîştina mafê li R’ojavayê”,-E’zîzî gotîye.Ewî paşê daye dîyarkirinê,wekî nava encamên hevr’axeberdanada cêrge komîtê hatine sazkirinê û piştî cejinê ev komîtê wê qayîlîya sîyasî, leşkerî û êkonomîkîye li R’ojavayê hazirkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button