H’emû nûçe

Girêdayî îşê Gûrgên Margaryanr’a, meh’kema Avropayêye mafên mêriv da dîyarkirinê,wekî Adirbêcanê qedexa mafên jîyanê û dîskrîmînasîyayê t’er’ibandîye

Meh’kema Avropayêye mafên mêriv, qirara girêdayî îşê ofîsêrê ermenî Gûrgên Margaryanr’a belav kirîye.Meh’kemê daye dîyarkirinê,wekî Adirbêcanê xala konvênsîyayêye duda /mafê jîyanê/, usa jî xala 15-a /qedexa dîskrîmînasîyayê/ t’er’ibandîye. Qirarêda tê gotinê,wekî Adirbêcanê li ser h’îmê nee’yan ç’areserkirina girtina R’amîl Seferov daye t’er’ibandinê, ew afû kirîye û pêşk’eftina wî daye ç’areserkirinê. Adirbêcanê nikaribûye gotinên derheqa dîskrîmînasîyayêda bide afûkirinê.Adirbêcan gerekê 15 143 fûnt stêr’lîng bona xercên wan meriva bide, yên ku bi e’rza berbir’î meh’kemê bûne. Meh’kemê girêdayî Macaristanêr’a t’er’ibandin nedîtine.Nava qirara meh’kemêda hatîye gotinê,wekî merivkujê gunek’arkirî ji Macaristanê cîguhastî Adirbêcanê kirine ku ew girtina h’ebsêda li Adirbêcanê derbazbe, lê serokê Adirbêcanê ew afû kirîye.Em bêjin e’rza girêdayî wî îşîr’a, du welatîyên Ermenîstanê Hayk Makûçyan û Samvêl Mînasyan r’aber kirine.Em bêjin,wekî sala 2OO4-a Gûrgên Margaryan nava doranên dersên NATO-da li Bûdapêştê t’evî wan dersa bûye. Ji her k’omareke Sovyêta berê du ofîsêr t’evî wan dersa bûne.Wî çaxî qulixçîyê leşkerîyî ji Adirbêcanê R’amîl Sefarov bi balt’e Gûrgên Margaryan kuştibû û cêr’ibandibû ofîsêrê ermenîyî mayîn Makûçyan jî bikuje.Seferov ji alîyê meh’kema Macaristanêda gunehêyê girtina h’eta dawîya jîyana xwe stendibû.Wextê meh’kemê, Seferov xwe mikur’ hatibû,wekî ew p’oşman nîbûye, ku Gûrgên Margaryan çawa ermenî kuştîye. Sala 2O12-a, bi hîvîkirina seroketîya Adirbêcanê, Seferov cîguhastî Adirbêcanê kirin, ku girtina li h’ebsê li Adirbêcanê derbazbe. Feqet li Adirbêcanê Seferov hate afûkirinê, dereca leşkerîye bilind stend, mal stend û pêr’a jî mi’aşa xweye h’eyşt sala carekêr’a stend.Xudîyê e’rzê dibêjin,wekî Adirbêcan bona t’er’ibandina xala konvênsîya avropîye duda cabdare, çimkî êrîş ji alîyê qulixçîyê azêrîyî leşkerîda hatîye kirinê û paşê jî ew hatîye afûkirinê.Ew usa jî ner’azîne,wekî Macaristanê jî ew konvênsîya t’er’ibandîye, çimkî ewê borcdarî nedane li ser alîyên din, ku ewê mayîna h’ebsêda li Adirbêcanê derbazbe.Ew usa jî dibêjin,wekî anegorî xala konvênsîyaêye 14-a, êrîşa li ser ofîsêrê ermenî bi me’nîyên êt’nîkî hatîye mîyaserkirinê û h’ukumata Adirbêcanê ew yek qebûl kirîye, îzbat kirîye, û Seferov afû kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button