SerekeSîyasî

Li Îraqê lêpirsîna kandîdatê serk’arê DAÎŞ-ê destpê bûye

Hêzên îraqî lêpirsîna kandîdatê serk’arê DAÎŞ-yî t’eze E’bdil Nasir Qardaş destpê kirine.Derheqa wê yekêda fermandarê hêzên îraqî Yaxîya R’esûl gotîye. “Çawa ku e’yane,Qardaş destê ce’sûsîya îraqîdane û înformasîyayên li cem wî gelekî girîngin.Vî merivî meriv dikare h’esabke çawa qutîya înformasîyayê û girtina wî bona DAÎŞ-ê derbeke mezine”,-R’esûl gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî DAÎŞ-ê hela hê şuxulk’arîya xwe nedaye sekinandinê û wa gotî k’omên wêye “razayî” dîsa kirinên têr’orîstî myîaser dikin û êrîşa dibine li ser cîyên cuda-cuda.Em bêjin,wekî ce’sûsîya Îraqê r’oja çarşemê e’lam kir,wekî ji alîyê wanda E’bdil Qardaş hatîye girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button