Hatîye r’agîhandinê,wekî li Herêma Sûrîyayêye li E’frînê dersên zimanê k’urdî ji nava programa xwendinê derxistine.Wextê qisa t’evî R’ûdaw TV-ê kanîya înformasîyon e’lam kirîye,wekî h’ukumata li E’frînêye we’delû, ya ku opozîsîyona Sûrîyayêva girêdaîye, dersên zimanê k’urdî ji progiramê derxistine. Usa jî hatîye r’agîhandinê,wekî h’ukumata cî nivîsarên li ser îdarên xwendinêye bi zimanên t’irkî, e’rebî û înglîzî hiştine, lê yên k’urdî derxistine.
Herwiha kontr’ol bike
Close