SerekeSîyasî

Nêç’îrvan Barzanî: pirsa sereke ya h’emû partîya, yekîtîye

Girêdayî 44-salîya şorişa gulanêr’a, serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî e’lam kirîye,wekî pirsa sereke ya h’emû partîya, qewînkirina yekîtîyêye. “Bîranîna derheqa şorişa gulanêda, ya ku h’îmê e’nîya K’urdistanê danî, gerekê bibe stîmûla qewîn, ya bona nûkirina şer’k’arîya miletîyê. Bawarîya cime’ta K’urdistanêye hindava şorişêda piştgirîke mezin bû”,-nava e’lametîya Barzanîda hatîye gotinê.Em bêjin,wekî 26-ê gulana sala 1976-a, k’urdên K’urdistana Başûr şorişa mezin dijî r’êjîma BAAS-ye bi serk’arîya Sedem H’usyên, destpê kirin. Serk’arîya şorişê hêzên K’urdistanêye pêşmerga kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button