SerekeSîyasî

Parlamêntvanên Swîsêrê ne’me ser navê baylozê T’irk’îyayê şandine, girêdayî derxistina serokbajar’a, yên ji partîya Dêmokrasîya Gela

Cêrge parlamêntvanên Swîsêrê ne’me ser navê baylozê T’irk’îyaêyî li Swîsêrê Îlhan Sayg’îlî şandine, k’îjanêda ner’ih’etîya xwe girêdayî wê yekêr’a dane dîyarkirinê,wekî serk’arên şaredarîyên bajar’aye ji partîya Dêmokrasîya Gela, ji qulixên wan hatine derxistinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî wî cûr’eyî qedirê bijarvana nayê girtinê û ew yek ne r’îya dêmokratîke.Parlamêntvana usa jî nivîsîne,wekî di navbera T’irk’îyayê û Swîsêrêda p’êwendîyên six hene.Dawîya ne’mê hatîye dîyarkirinê: “Em h’esab dikin,wekî borcê h’ukumata T’irk’îyayê ewe, ku îzinê bidine serk’arên şaredarîya, ku qulixên xweda bimînin, çimkî ew ji alîyê cime’têda hatine hilbijartinê.Usa jî hatîye gotinê,wekî xêncî wê yekê gerekê serk’arên şaredarîyaye we’delû bên qebûlkirinê, çimkî mecala şêwirên cî gerekê hebe, ku ew serk’arên we’delûye nû hilbijêrin

Zêdetir nîşan bide
Back to top button