H’emû nûçeSereke

ŞAY k’urdên R’ojavayê pîroz kirine:dostî û hevk’arîya me wê berdewmbe

Wek’îlê ŞAY-yî pirsên Sûrîyayê Wîlyam R’obak nava pîrozbahîya xweda, ya bona k’urdên R’ojavayê daye dîyarkirinê,wekî dostî û hevk’arîya di navbera Waşîngtonê û herêma k’urdaye avtonome li Sûrîyayê, wê berdewambe. “Dostên mine k’urde li Sûrîyayê: ez we girêdayî cejina R’emezanêr’a pîroz dikim.Ez gumanim,wekî sala îsalin wê bona miletên li Sûrîyayê aşîtîyê û qewînbûnê bîne.Em h’esab dikin,wekî bi qewînbûna hevk’arîyêva wê mer’a li hev bê h’emû dijwarîyar’a derbazbin û h’îmê pêşer’oja baş daynin”,-wek’îlê ŞAY gotîye û derheqa dostîyêda daye dîyarkirinê.ŞAY piştgirîya admînîstrasîya R’ojavayê dike, ya ku dijî DAÎŞ-ê ji sala 2O14-da şer’k’arîyê dike.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button