
T’eşkîleta H’eşd aş- Şe’bîyê e’lam kirîye,wekî hêzên t’eşkîletê hazirin li ber ŞAY ber xwe bidin.Parlamêntvanê parlamênta Îraqê K’erîm Al- Meh’medavî îro h’eja ŞAY-ye dijî t’eşkîleta H’eşd aş-Şe’bîyê eşkere kirîye û gotîye: “Meremê ŞAY heye hêzên H’eşid aş-Şe’bîyê bike nîşangeh”.Bi dayîna bersiva vê me’lûmetîyê, fermandarekî Îraqêyî H’eşd aş-Şe’bîyê A’dil Al-K’aravî gotîye: “ŞAY we’dekî dirêje ku dixweze bingeha berxudanê bide t’unekirinê, lê hêzên H’eşid aş-Şe’bîyê wê li ber wê provokasîyonê ber xwe bidin”.Ewî usa jî serda zêde kirîye, ku heger hêzên wan bêne êrîşkirinê, wî çaxî amêrîkî wê bersiva h’işk bistînin.