H’emû nûçeSereke

28-ê gulana sala 1918-a K’omara Ermenîstanêye E’wlin hate e’lamkirinê

Nava jîyana cime’ta ermenîda, piştî gelek şer’a, K’omara Ermenîstanêye E’wlin hate sazkirinê. Wî çaxî bêyî stûnên dewletbûnê pêwîst bû, ku li ser xerîta dinîyayê cîyê xwe bigirta.
Piştî şer’ên 28-ê gulana sala 1918-a, şer’ê Serdiravê û Baş-Aparanê, usa jî Qerek’ilîsê, K’omara Ermenîstanêye E’wlin xuliqî. Cime’ta ermenîr’a lihev hat piştî 543 sala dewletbûna xwe bide sekinandinê. 28-ê gulanê şêwira T’iflîsêye Ermenîye miletîyê dêklarasîya qebûl kir, k’îjanêda hatîye gotinê:
“Bi h’elkirina sîyasîya Pişkavkazê û e’lamkirina serbestîya Gurcistanê û Adirbêcanê, nava vî h’alê nûda şêwira Ermenîye miletîyê xwe e’lam dike çawa seroketîya neh’îyên ermenîye t’ewrebilind û seroketîya t’ek-t’enê”.
Destpêka meha h’ezîranê e’lametîke vî cr’eyî belav bû:
“Şêwira Ermenîye miletîyê li ser h’îmê wan mafa, bi k’îjana cime’ta ermenî qebûl kirine, 28-ê gulanê qirar kir derheqa serbestîya dewleta ermenîda e’lamke û K’omara Ermenîstanêye dêmokratîk da h’îmdanînê”.
K’omara nû nava h’alê bona cime’ta ermenî dijwar hate h’îmdanînê:bi h’ezara mihacir û xelayî. 24-ê tîrmeha sala 1918-a t’eşkîla h’ukumata K’omara Ermenîstanêye E’wlin hate e’lamkirinê: serekwezîr Hovhannês K’acaznûnî, wezîrê k’arên der Alêk’sandr Xatîsyan, wezîrê k’arên hundur’ Aram Manûkyan, wezîrê leşkerî, gênêral Hovhannês Haxvêrdyan. Çawa ala Ermenîstanêye miletîyê, ya sêr’engê hate qebûlkirinê,r’engên sor, şîn, zer.R’oja salveger’a serbestîyê, 28-ê gulanê, h’ukumatê ew r’oj qebûl kir, ya Alêk’sandr Xatîsyan serk’arî lê dikir, Ermenîstan çawa K’omara Serbest û Yekbûyî e’lam kir.
H’ezîrana sala 1919-a hilbijartin derbaz bû, t’evî k’îjana bûn 366 h’ezar meriv û h’evt partîya.Ji 😯 endamên parlamêntêye hilbijartî 72 daşnak bûn. Feqet dîrokê bona cime’ta ermenî cêr’ibandineke başqe hazir kiribû.Gulana sala 192O-î eskerê Sor k’ete Qerbag’ê, meha h’ezîranê k’ete Zangêzûrê, meha t’ebaxê k’ete Nexçêvanê, bêyî berxudana hêzên ermenîya.
Dehê t’ebaxê li T’flîsê qayîlnivîsara ermenîya-r’ûsa hate îmzekirinê, bi k’îjanê Ermenîstanê begemîya xwe dabû wan wîlayêt’a, çawa t’opraxên ermenîya-azêrîyaye hevr’aqayîlnekirî, bo ku r’ûs we’delû wana hildine bin kontrola xwe.Piştî deh r’oja, li r’ex P’arîzê, li Sêvrê, di navbera welatên ku nava şer’ê h’emcîhanêyî e’wlinda ser k’etibû û wek’îlên T’irk’îya sult’anîyêda peymana aşîtîyê hate qebûlkirinê. Bi wê peymanê Ermenîstan ji alîyê T’irk’îyayêda çawa welatê aza û serbest dihate naskirinê.
Piştî we’dekî kurt, 24-ê t’ebaxê, li Moskvayê pr’ojeya peymana r’ûsa-t’irka hate îmzekirinê, bi k’îjanê R’ûsîyayê yektîya têrîtorîyayên T’irk’îyayê nas dikir, nava wanda bajar’ên Qersê, Erdeha û Bat’ûmîyê. Ev qayîlnivîsar dijî Ermenîstanê bû. 28-ê îlona sala 192O-î, eskerê k’emalîsta, bi fermandarîya K’yazîm Qerebek’ir, bêyî e’lamkirina şêr’, êrîş anîn ser Ermenîstanê.H’ukumata Ermenîstanê h’alê şêr’ e’lam kir.H’emû partîya, xêncî partîya bolşêvîka, bi banga p’arastina welêt pêşda hatin.
29-ê îlonê, t’irka Serîqamîş , paşê jî Qag’izvan dagir kirin.Eskerê ermenî bi fermandarîya T’ovmas Nazarbêkyan li nêzîkî Qersê t’abîyên xwe hildan, lê 3O-ê cotmehê dijmina bêyî berxudan kela Qersê hildan.Nêzîkî sê h’ezar leşkerên ermenî û 12O ofîsêr dîl k’etin.
7-ê mijdarê Alêk’sandrapol jî k’et.18-ê mijdarê alîyê ermenîya bi mecbûrî agirbesta alîyê t’irkada pêşnîyakirî, qebûl kir.24-ê mijadara sala 192O-î h’ukumata nû bi serk’arîya Sîmon Vrasyan hate sazkirinê.
29-ê mijdarê komîtêya Ermenîstanêye şorişêye leşkerî, bi alîk’arîya eskerê Sor, ji Adirbêcanê k’ete Îcêvanê û li welêt çawa qeydê şêwirê e’lam kir.K’omara Ermenîstanêye E’wlin du sala jîyan kir, Ermenîstan werguhêzî ya şêwirê bû, lê ew yek we’delû… Sala 1991-ê, 21-ê îlonê cime’ta Ermenîstanê gerekê tiştê xweyî undakirî bida dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button