H’emû nûçeSereke

Dêlêgasîya partîya Dêmokrasîya Gela li h’ebsê seredana Dilgeşê sêsalî kirîye

Dêlêgasîya ji partîya Dêmokrasîya Gelaye pirsên mafên mêriv, li h’ebsê seredana Dilgeşê biç’ûk kirîye, yê ku sêsalî û nîv e û t’evî dayîka xwe h’ebsêdane.Ew gerekê du h’evtîya başqebûyî bimîne.Dayîka wî 22-ê gulanê, nava encamên opêrasîyona dijî asosîyasîya jinaye bi navê “R’oza”-da, hatîye girtinê.Sedirê komîsîya mafên mêriv Ûmît Dedê û endamê komîsîyayê, advokat, Meh’med Ênêr çûne h’ebsa jina ya li Amedê û li wir r’astî dayîka Dilgeş Gênyûl E’slanê û jinên mayîne li wir hatine.Peyî wê yekêr’a dêlêgasîyayê e’lam kirîye, wekî girtî nava kar’antînêdanin û ew gerekê 14 r’oja usa bimînin.Bi wê yekêva t’evayî dêlêgasîyayê daye dîyarkirinê,wekî de’wak’arîyên girtîya nehatine h’esabhildanê, çimkî piştî cejina R’emezanê h’ebsêda cîhên nanxwerinê hatîye girtinê.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî Dilgeşê biç’ûk ji gurcikên xwe digazine û li wir alîk’arîya doxtirîyê nayê kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button