SerekeSîyasî

Barzanîyê serekwezîr girdayî êrîşên DAÎŞ-r’a, yên li neh’îyên k’urdaye hevr’aqayîlnekirîr’a, ner’ih’etîya xwe daye k’ifşê

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî gênêralê hêzên koalîsîyona navnet’ewî Êrîk Hîl qebûl kirîye. Xeberdan derheqa êrîşên DAÎŞ-êye nûda çûye.Wextê hevdîtinê, herdu alîya jî derheqa qewînkirina hevk’arîya di navbera pêşmerga û hêzên koalîsîyîona navnet’ewîda dane dîyarkirinê.Wextê hevdîtinê, Barzanîyê serekwezîr girêdayî êrîşên DAÎŞ-ye van axirîyar’a, ner’ih’etîya xwe daye k’ifşê. Gênêral Êrîk Hîl sirîya xweda gotîye,wekî Herêma K’urdistanê çawa hevk’ara ŞAY û usa jî koalîsîyona navnet’ewîye dijî têr’orîzmê tê h’esabê. Ew jî wê yekêr’a qayîl bûye,wekî şer’ê dijî têr’orîzmê hela hê ser hevda nehatîye û derheqa pêwîstîya qewînbûna koordînasîya di navbera K’urdistanê û Îraqêye nava şer’k’arîya dijî têr’orîzmê daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button