H’emû nûçeSereke

H’eja Bona Civaka Dêmokratîk:h’emû xirabk’arîyên hindava binelîyên e’dile li E’rfînê gerekê bêne lêpirsînê

H’eja Bona Civaka Dêmokratîk kirinên ç’ekdarên t’irkaye li E’frînê şermezar kirine û bona bêdengîyê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî û hêzên navnet’ewî gunek’ar kirine.Nava t’eşkîletêda h’esab dikin,wekî kirinên wî cûr’eyî bo wê yekêne, ku r’uh’ê k’urda bişkênin.Nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê,wekî dewleta t’irka û ç’ekdarên wê ji adara sala 2O18-a hindava binelîyên E’frînê barbarîya mîyaser dikin.Bi gotina organîzeyê bûyarên li E’frînê barbarîyên li Şengalê bîr tînin “Li Şengalê û niha jî li E’frînê barbarîyên usa tên mîyaserkirinê, bi t’aybetî dijî jina. Ji r’oja okûpasîyayêye e’wlin destpêkirî h’etanî niha, eskerên t’irka piştgirîyê didine ç’ekdara, kuştinên bi massayî mîyaser dikin, jin, zar’ok û mêra dir’evînin. T’irk’îya xirabk’arîyên dijî binelîyên e’dil mîyaser dike û hema guhar’tinên dêmografîk şe’detîya wê yekê didin.Cabdarîya wê yekê dik’eve li ser civaka navnet’ewî. Ç’ekdarên li vir, nava wanda usa jî dewleta t’irka, bin pozê civaka navnet’ewîda xirabk’arîyên vî cûr’eyî mîyaser dikin”,- nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button