R’ûê zêdebûna nexweşa, li K’urdistanê kar’antîna t’am hatîye e’lamkirinê
31-ê gulanê h’ukumata Herêma K’urdistanê derheqa e’lamkirina kar’antîna t’amda e’lametî belav kirîye.Careke mayîn çûyîn- hatina di navbera bajar’ada û provînsîyada h’etanî şeşê h’ezîranê hatîye qedexekirinê. Heger qanûn bên t’er’ibandinê, wî çaxî îşê meh’kemê wê bê vekirinê. T’enê avtomaşînên hêzên bêqezîyabûnê û k’omên doxtirîyê dikarin her’in û bên.Derk’etina merivaye ji malên xwe jî h’etanî şeşê h’ezîranê hatîye qedexekirinê.Xebata qulixçîyên dewletê jî hatîye sekinandinê û îdarên r’uh’anî jî hatine girtinê.Xêncî dermanxana h’emû cîyên ariş-vêrişêye mayîn wê girtîbin. Fir’nên nan wê ji seh’eta şeşa h’etanî seh’eta 12-a bixebitin, ku ew bikaribin nan bighînine welatîya. Dergehên sînor û herdu fir’egehên K’urdistanê wê girtî bimînin. Ev e’lametî piştî wê yekê hate belavkirinê,wextê ku wezîreta saxlemîxweykirinê îzbat kir ku 1O1 nexweşên nû li K’urdistanê hene.