SerekeSîyasî

Salih’ Mûslîm: zûtirekê êtapa duda, ya hevr’axeberdanên di navbera yektîya partîyayên dêmokratîk û şêwira k’urdîye miletîyêda destpêbe

Sedirê beşa p’êwendîyên der ya yektîya partîyayên dêmokratîk Salih’ Mûslîm gotîye,wekî zûtirekê êtapa hevr’axeberdanaye dueme di navbera yektîya partîyayên dêmokratîk û şêwira k’urdîye miletîyêda destpêbe.Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zûlm E’bdî 29-ê gulanê e’lam kir,wekî êtapa hevr’axeberdanaye e’wlin baş derbaz bûye. Salih’ Mûslîm nava e’lametîya xweda daye dîyarkirinê,wekî alî p’evk’etine ku êtapa hevr’axeberdanaye duem destpêkin.Ewî gotîye,wekî di navbera wanda hevr’aqayîlnebûnên sîyasî t’unene, bi t’aybetî nava pirsên girêdayî p’êwendîyên t’evî r’êjîma Sûrîyayê, opozîsîyayê û p’êwendîyên navnet’ewî.Salih’ Mûslîm serda zêde kirîye,wekî gava e’wlin ewe, ku di navbera partîyayên sîyasîda qayîlnivîsar hebe, lê gava duda jî yektîya miletîyê bi t’evbûna her alîya çêbe. “Heger ev yek bi açixî derbazbe, wî çaxî ev cêr’ibandin wê li t’emamîya K’urdistanê belav bibe”,-Mûslîm gotîye. “Ew yek çi ku niha tê gotûbêjkirinê, yektî nîne, lê qayîlîya di navbera partîyayên sîyasîdane. Partîyayên sîyasî niha bi hevr’a p’ev dik’evin, bona ku berxudan û sîyasîya t’evayî hebe”,-Mûslîm gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button