SerekeSîyasî

Baylozê ŞAY:K’urdistanê jî t’evî hevr’axeberdanên amêrîkîya-îraqîyaye stratêcî bibe

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî li Hewlêrê baylozê ŞAY-yî li Îraqê Mêt’yû T’yûllêr qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê, li k’îderê usa jî konsûlê ŞAY-yî li Hewlêrê Stîvên Fagîn hazir bûye, guhdarîya h’îmlî hatîye danînê li ser h’alê li Îraqê û li R’ohilata Navîn, usa jî p’êwendîyên di navbera K’urdistanê û ŞAY-da. Baylozê ŞAY derheqa girîngîya hevr’axeberdanên stratêcîye di navbera ŞAY û Îraqêda daye dîyarkirinê û gotîye,wekî K’urdistanê jî t’evî hevr’axeberdanabe. “Emê h’emû tiştî bikin çi ku meva girêdaîye, bona ku alî Îraqê û K’urdistanê bikin, bi t’aybetî bo alt’kirina krîzîsa êkonomîkî, ya ku ji destpêka koronavîrûsê destpê bûye”,-T’yûllêr gotîye. Me’srûr Barzanîyê serekwezîr jî derheqa girîngîya t’evbûna K’urdistanêye t’evî hevr’axeberdanên stratêcîye di navbera ŞAY û Îraqêda daye dîyarkirinê û gotîye wekî ew yek gerekê bona berjewandîyên t’emamîya cime’ta Îraqêbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button