SerekeSîyasî

Meha gulanêda seroketîya Îranê cezayê girtina 7O sala daye 11 k’urda

Nava mehekêda seroketîya Îranê qirara derheqa cezayê girtina 7O sala bona 11 k’urda qebûl kirîye, bo fikirên wane sîyasî û dînî.Derheqa wê yekêda k’oma mafp’arêze “Hengaw”-ê e’lam kirîye.Nava r’aporta t’eşkîletêda hatîye gotinê,wekî xêncî wan 11 qirarên qebûlkirî, meha derbazbûyîda k’urdekî girtî hatîye dardakirinê, lê meha gulanêda 41 k’urd bona fikirên sîyasî û dînî hatine girtinê.P’ir’anîya girtîya ji provînsîya Ûrmîyayê û Senandacêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button