H’emû nûçe

Serekwezîrê Çînistanê bona serekwezîrê Ermenîstanê û malbeta wî qncbûna lez xwestîye

Serekwezîrê K’omara Çînistanê Lî Kêsyan serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan û malbeta wîr’a qencbûna lez xwestîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî serekwezîrê Çînistanê gotîye ku Çînistan hazire nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê piştgirîyê bide Ermenîstanê. “Ez bi xemgînî pê h’esîyam,wekî Hûn û malbta we nexweş k’etine.Girêdayî vê yekêr’a ez piştgirîya xweye bêqelp e’lam dikim. Bo We û malbeta we ez qencbûna lez dixwezim. Ez dixwezim hazirîya xwe e’lamkim, ku t’evî We ce’dandinên t’evayî em bidine xebatê bo ku heleqetîyên meye dualî û hevk’arîya nava gelek govekada bighîjine açixîya”,- Kêsyan gotîye. Serekwezîrê Çînistanê usa jî daye dîyarkirinê,wekî ji destpêka nexweşîyê h’etanî niha Çînistan û Ermenîstan piştgirîyê hindava hevda didine k’ifşê. “Ez gumanim,wekî h’ukumata Ermenîstanê û cime’ta We wê e’se bighîjine serk’eftinê. Alîyê çîna hazire nava doranên mecalên xweda, nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsêda alî Ermenîstanê bike”,-serekwezîrê Çînistanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button