H’emû nûçe

Bi gotina serekwezîrê Ermenîstanê niha nexweş hene, yên ku h’ewcê nexweşxwenêne, lê wana nikarin bibine nexweşxanê

Hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 697 merivîva zêde bûye.Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan e’lam kirîye. “Beh’seke xirab heye. H’alê r’ûê nexweşîyêda pêşdahatî diha xirab dibe.Nava r’ojekêda 697 merivên nexweş zêde bûne.Ew yek dide k’ifşê,wekî em k’etine nava h’alekî usa, wextê ku nexweş hene, yên ku h’ewcê nexweşxanêne, lê em wana nikarin bibin nexweşxana”,-Nîkol P’aşînyan weşana fêysbûkêda gotîye. Bi gotina serekwezîr r’oja îroyîn li welêt 2O h’ezar nexweş hene, yên ku nizanin, ku ew bi xwe nexweşin.Bi gotina serekwezîr hema ew meriv jî nexweşîyê belav dikin û ew meriv li qawexwena, li soqaqa, li cîyên xebatêne. “Bona ku nexweşî belav nebe, em h’emû gerekê çawa belavkirên nexweşîyê nêzîkî wê pirsêbin û mecalên sekinandinê bidine xebatê. Duh ji koronavîrûsê şeş meriv wefat bûne, lê neh meriv jî başqe wefat bûne, yên ku bi koronavîrûsê nexweş bûne, lê me’nîya wefatbûnê nexweşîke mayîn bûye”,-serekwezîr gotîye û serxweşî daye malbetên wefatbûya. Bi gotina serekwezîr niha we’dekî dijware, lê bi t’erbyetdarîya bilind gerekê wî h’alî alt’kin.Qanûnên dijî nexweşîyê gerekê bêne kontrolkirinê û xweykirinê. Bi gotina P’aşînyan li Ermenîstanê gerekê h’eja dijî nexweşîyê destpêbe.Serekwezîr usa jî derheqa malbeta xweda daye dîyarkirinê û gotîye,wekî h’alê wî û malbeta wî başe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button