H’emû nûçe

Çawa komplêk’sên ek’sîhewêye OSA-AKM cîguhastî Ermenîstanê kirine

Malp’er’a InfoPort.am-ê şikilên derheqa cîguhastina sîstêmên ek’sîhewêye OSA-AKM-ye li Ermenîstanê r’aber kirine.Nava şikilada zelal tê k’ifşê, ku çawa ew sîstêm bi xwe dik’evine teyara barbire mezin. Em bêjin,wekî van axirîya prêssayêda ji alîyê hinek şuxulk’arada fikir hatine e’lamkirinê, ku ew sîstêm naxebitin û wî cûr’eyî jî anîne Ermenîstanê. Feqet anegorî vîdêoya r’aberkirî tê k’ifşê,wekî ew dixebitin. Wek’îlên hevaltîyê gotine,wekî ew dikarin vîdêoyên usa jî bidin, k’îjanada tê k’ifşê, ku çawa ew sîstêm li Ermenîstanê tên cêr’ibandinê.Em bêjin,wekî ev sîstêm li Ermenîstanê k’îsî hevaltîya anegor bi cûr’ê kapîtal tên çêkirinê û modêr’nîzasîyakirinê. Hatîye r’agîhandinê,wekî ev sîstêm ji alîyê Davît’ Galstyanê k’armendda bona Ermenîstanê hatine dayînê û hevaltîya bi navê “Nêytron GAM”-ê t’evî konsêr’na “Kalaşnîkov” têr’a dibînin li Ermenîstanê t’ivingên avtomate “Kalaşnîkov” çê bikin.Hevaltî wê usa jî bi çêkirina aparatên ku germê dibînin, mijûlbe. Sîstêmên ku hatine navkirinê bi teyarên “R’ûslan”-e barbir cîguhastî Ermenîstanê kirine.Ew teyare gelekî mezinin û t’eşkîlkirina fir’înên wan teyaraye li vê herêmê hêsa nîne, çimkî dijwarîyên gêopolîtîkî hene.Em bêjin,wekî hevaltîya bi serk’arîya Galstyan 35 sîstêmên ek’sîhewê dewsa 27 mîlîon dolara daye Ermenîstanê.Nava wan p’erada usa jî p’erç’ên wane zêde, r’okêt û xercên modêr’nîzasîyakirinêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button