SerekeSîyasî

Li T’irk’îyayê 24O mexberên k’urda hatine xirabkirinê

Hatîye r’agîhandinê,wekî li gundê Yolçatê, yê li provînsîya Dîyarbek’irê, 25O-î mexberên k’urda hatine xirabkirinê.Serk’arê beşa asosîyasîya h’iqûqzanaye li Dîyarbek’irê Bawar Mîzrak êrîşên li cîyên mexbera qîmet kirine. Anegorî wan qîmetkirina, ew yek dijminatîya hindava k’urdada dide k’ifşê.Bawar Mîzrak gotîye,wekî êrîşên li cîyên mexbera piştî hevr’axeberdanên di navbera PKK-ê û dewletêda hatine mîyaserkirinê. Melî Zek’î Korkmaz, yê ku 3O-î salî çawa îmam qulix kirîye, gotîye wekî ewên ku derheqa wan êrîşada bêdeng bûne, ew jî mînanî merivên ku ew yek kirine, xirabk’arin. Mîzark gotîye,wekî salê du cara êrîşên wî cûr’eyî dibine ser mexbera û wana dîtîye,wekî 25O-î mexber xirabkirîne.Mexber usa hatine xirabkirinê,wekî ew nayêne naskirinê, ku yên k’êne. Ewî daye dîyarkirinê,wekî malbetên ku heqîtîyê dixwezin dikarin wîva bên girêdanê û ewê e’rzên wan qebûlkin.Bawar Mîzrak gotîye,wekî ewê qinyatê xwe bişînine parlamênta Avropayê, Şêwira Avropayê, Organîzeya Net’ewên Yekbûyî û oganîzeyên navnet’ewî û bidine dîyarkirinê, ku çawa her dem li T’irk’îyayê êrîşa dibine ser mexberên k’urda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button