H’emû nûçe
Li Ermenîstanê diha gelek jin bi koronavîrûsê nexweş k’etine, lê diha gelek mêr wefat bûne: serekwezîr
Nexweşên bi koronavîrûsê hatine h’esabkirinê û zelal bûye,wekî jin bi 34 selefîva diha zêdene, ne ku mêr.Feqet 58 selefê wefatbûya mêrin, lê 42 selef jinin. Derheqa wê yekêda r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan nivîsîye.Em bîr bînin, wekî anegorî h’esabên h’etanî h’evtê h’ezîranê, şebeqê seh’eta 11-a, li Ermenîstanê hejmara nexweşa gihîşte 1313O merivî.Ew hejmar himberî h’esabê şeşê mehê bi 766 merivîva zêde bûye. Hejmara qencbûyaye t’omerî gihîşte 4O14 merivî. Anegorî h’esabên h’evtê mehê, hejmara nexweşên ku qenc dibin, 8844 meriv bûn.