H’emû nûçe

Li Ermenîstanê niha ji sed h’ezarî zêdetir belavkirên nexweşîyê hene:P’aşînyan

Li Ermenîstanê niha ji sed h’ezarî zêdetir belavkirên nexweşîyê hene. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan li ser h’îmê lêk’olînkirina h’esabkirina, r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Hinek lêk’olînên h’esaba didine k’ifşê,wekî niha li Ermenîstanê ji sed h’ezarî zêdetir belavkirên nexweşîya koronavîrûsê hene.Em li ser h’îmê h’esabên wefatbûya û hejmara nexweşa tên ser wê fikirê”,-serekwezîr nivîsîye. Bi t’omerî hildayî ji koronavîrûsê 2OO meriv wefat bûne. Ji wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê e’lam kirine,wekî ew nexweş yên 68, 52, 49, 81,82 salîne û ew mêrin. Lê ya jina 75, 66, 63 salîne.Li cem h’emûya jî nexweşîyên k’ironîk hebûne. Li cem cêrge nexweşa nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye, lê wefatbûn r’ûê nexweşîyêye başqeda bûye.Hejmara nexweşên vî cûr’eyî dighîje 72 merivî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button