
Piştî bombebarandinên t’irkaye bi me’nîya derbgîhandina PKK-ê, r’oja yekşemê dor-berên wan neh’îya, yên li Herêma K’urdistanê agir pê k’etine.Bombebarandin li provînsîya Hewlêrê nêzîkî sînorê t’evî T’irk’îyayê hatine mîyaserkirinê.Vê yekê t’evlîhevbûn nava binelîyên e’dile li gundên dor-bera pêşda anîye. R’ûê van bombebarandinên t’irkada gelek cara binelîyên e’dil jî tên kuştinê.Em bêjin,wekî çend r’oj pêşda r’ûê p’evçûyînên di navbera partîzanên PKK-ê û leşkerên t’irkada keç’eke 13-salî birîndar bûye, ya ku ji provînsîya Dihokêye.Lê du h’evtê pêşda li provînsîya Dihokê, li neh’îya Amedîyê, r’ûê bombebarandinên t’irkada du endamên malbetekê hatine kuştinê.H’ukumata Herêma K’urdistanê çendik-çend cara bangî Enqerê kirîye, ku t’erka wan bombebarandina bidin.