Çand

Bi têlêvîzîyona Îspanîyayê wê fîlma ermenîye “P’adişatîya Ûrartûyêye bîrkirî” bê nîşandayînê

Prêmîyêra fîlma ermenîye dîrokî, ya bi sernavê “P’adişatîya Ûrartûyêye bîrkirî” wê bi têlêvîzîyona Îspanîyayê bê nîşandayînê. Derheqa wê yekêda serk’arê merk’eza çandîye “HAYASA”-ê û h’îmdarê wê Tîgran Manasyan gotîye.Fîlma Vaga Vardanyanê r’êjîsîyor derheqa dîroka welatekî here kevinarda gilî dike. Încîlêda Ûrartû çawa welatê Araratê tê bîranînê. “Binelîyên Ûrartûyê peyîhatîyên zanebûnên derheqa e’rşê e’zmîndanin.P’adişên Ûrartûyê dijî Asorêstanê şer’ dikirin”,- nava pêşgotina fîlmêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button