H’emû nûçe

Ce’sûsîya me kontrolkirina alîyê azêrîya berdewam dike:wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê

Wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan fikira xweye derheqa pêşk’eftina goveka p’arastinê û qewatên sîlih’kirîda r’aber kirîye.Tonoyan daye dîyarkirinê,wekî nava atmosifêra bêqezîyabûna derda, guhar’tinên baş t’unebûne. “Li herêma me û dor-berên wê h’alê konflîkta r’oj bi r’oj berfire dibe, h’alê r’ûê koronavîrûsêda jî pêşdahatî mecalên hevk’rîyê we’delû dane sînorkirinê, lê gefxwerinên leşkerî jî dîsa wî cûr’eyî dimînin. Bo wê yekê jî sîstêma p’arastinêye bi guman, ya bona pêşk’eftina Ermenîstanê û Arsaxê dîsa eskerê modêr’n û şer’k’ar dimîne”,-wezîr gotîye. Bi gotina Davît’ Tonoyan pirsên eskere nava we’dê derbazbûyîda nehatine guhar’tinê. “Leşkerên me dîsa li ber alîyê mayîn sekinîne, bi dirêjaya sînorên Ermenîstanêye dewletê û usa jî yên Arsaxê, bi aktîvî mecalên têxnîkîye nû, cûr’ên nobedarîya nû didine xebatê. P’areskerên me wextê t’e’lîma, pirsên xweye leşkerî didine pêşxistinê û sîlih’ên nû didine xebatê. Ce’sûsîya me dîsa alîyê nava de’w û dozêye mayîn kontrol dike. Sîstêma meye p’arastina hewê nobedarîya xwe berdewam dike, sîstêmên meye înjênêrîyê û r’adîoêlêktronî karebûnên xwe didine zêdekirinê.Anegorî pirsên esker, meremê goveka p’arastinê û pêşxistina hêzên leşkerî nayêne guhar’tinê, pêşxistina esker her dem pêşda diçe.Niha em gerekê pirsên bona pêşk’eftina li ser dereca bilind daynine pêşîya xwe û em gerekê ce’dandinên xwe çendbarekin û h’elkirinên k’ardar bibînin”,-wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button