SerekeSîyasî

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk destpê kirine li qamp’a Al Holê wan jina bidine r’êgîstrasîyakirinê, p’êwendîyên k’îjana t’evî DAÎŞ-ê hebûne

Ot’onomîya bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê r’oja çarşemê e’lam kirîye, wekî hêzên bêqezîyabûnê wan jina r’êgîstrasîya dikin, p’êwendîyên k’îjana t’evî DAÎŞ-ê hebûne.Ev şuxulk’arî bo wê yekê tê kirinê, ku t’evî wan welata pirsa bidine koordînasîyakirinê, yên ku wê wan meriva qebûlkin. Hatîye dîyarkirinê, wekî înformasîyayên derheqa wan jinada wê bêne berevkirinê.Al Hol qamp’a li dnîyayêye here bi qezîyaye, çimkî li wir gelek jinên DAÎŞ-ê û zar’okên wan hene. “Berevkirina van înformasîya alî dike, ku qewilên jîyanê û hûmanîtarî li qamp’a Al Holê bidine milahîmkirinê û koordînasîyakirina t’evî wan welata hêsa dibe, welatîyên k’îjana li wê qamp’ê dimînin. Em bangî wan welata dikin, ku ew bona wan welatîya cabdarîyê hildine ser xwe.Bi saya vê yekê h’elkirina pirsê wê bê dîtinê, bi h’esabhildana wê yekê,wekî li wir gelek jin û zar’ok dimînin”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button