H’emû nûçe

T’eşkîleta h’emdinîyayêye Saxlemîxweykirinê hazire bi t’emamîya hêza xwe piştgirîyê bide şer’k’arîya Ermenîstanêye dijî koronavîrûsê

Wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan t’evî serk’arê ofîsa t’eşkîleta h’emdinîyayêye Saxlemîxweykirinêye li Avropayê Hans Klyûgê xeberdaye.Wextê axaftinê alîya xebatên dualî, usa jî mecalên hevk’arîya nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê gotûbêj kirine. Arsên T’orosyan h’alê li Ermenîstanê û gavên ku tên avîtinê r’aber kirine, û derheqa xebatên têr’adîtîda daye dîyarkirinê. Herdu alîya jî t’evayî pirsên berfire gotûbêj kirine.Hans Klyûgê careke mayîn hazirî e’lam kirîye, ku t’eşkîletê bi t’emamîya qewata xwe alî Ermenîstanê bike. “Lazime bê dîyarkirinê, wekî t’eşkîleta h’emdinîyayêye Saxlemîxweykirinê nava goveka saxlemîxweykirinêda hevalk’ara navnet’ewîye girînge”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button