H’emû nûçe

Ermenîstan nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê ewqasî bin k’etîye, çiqas ŞAY, Fransîya, Bêlgîya, Almanîya bin k’etine:P’aşînyan

Ez difikirim,wekî piştî alt’kirina vîrûsê û pêşîya destpêbûna wê jî em gerekê t’abîya gelek hêzên sîyasî h’esab hildin.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîrê Ermenîstanê gotîye. “Em gerekê qîmetê bi civakî bidin û gotûbêj bikin, ku kirinên wan bi çiqasîva alî alt’kirina wê nexweşîyê kirine û bi çiqasîva jî alî belavbûna wê kirine.Ez difikirim,wekî bona fe’mkirinê gerekê pê bih’esin, ku çiqas doranên sîyasî belavkirina be’hsên fe’şva girêdayî bûne.Dixwezim bêjim,wekî nava her şer’ekîda, yê nava welatên here dêmokratîkda jî, merivên ku şuxulk’arîya zyank’arîyê wextê şêr’ mîyaser dikin layîqî qîmetê anegor dibin.Bila t’u kes şikber nîbe, ku heger ew şuxulk’arîya zyank’ar bê zelalkirinê, wî çaxî ew qewat wê layîqî qîmetê h’emmiletîyê û konkrêt bibin”,-P’aşînyan gotîye. Derheqa bink’etina nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê serekwezîr gotîye: “Nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê Ermenîstan ewqasî bin k’etîye, çiqas t’emamîya dinîyayê, çiqas ŞAY, Fransîya, Bêlgîya, Brîtanîya Mezin, R’ûsîya, Almanîya û gelek welatên mayîn bin k’etine.Heger h’ukumata Ermenîstanê nava şer’k’arîya dijî nexweşîyê bin k’etîye, usaye nava wê şer’k’arîyêda t’emamîya merivatîyê bin k’etîye. R’aste, pirsgirêkên h’ukumata Ermenîstanê nava wê şer’k’arîyêda hene, lê ew jî mînanî problêmên t’emamîya merivatîyêne”,-P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button