SerekeSîyasî

Îlham Ah’med:T’irk’îya dixweze t’emamîya bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê dagir bike

Duh li Manbîcê cêrge r’asthatinên vekirî derbaz bûne,wextê k’îjana sedira komîtêya yektîya Sûrîyayêye Dêmokratîk Îlham Ah’medê derheqa bûyarên sîyasî û êkonomîkîye li welêt daye dîyarkirinê. Bi e’lamkirina derheqa wê yekêda ku Sûrîya bûye merk’eza şer’ê h’emdinîyayêyî sisîya, Îlahm Ah’medê gotîye: “Krîzîsa Sûrîyayê, nava k’îjanêda hela hê pêşk’eftina h’elkirina pirsê nayê k’ifşê, diha zêde h’ukumî li ser cime’ta e’dil dike”. Bi dîyarkirina wê yekê,wekî welatên bîyanî anegorî berjewandîyên xwe li Sûrîyayêne,Îlham Ah’medê gotîye: “Dewletên bîyanî nahêlin ku krîzîsa Sûrîyayê bê h’elkirinê”.Ewê usa jî daye dîyarkirinê,wekî dewleta t’irka dice’dîne t’emamîya bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê bide okûpasîyakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button