R’oja çarşemê êvarê r’okêta ” Katyûşa” k’etîye li zona Bexdayêye k’esk, lê zyan negîhandîye t’u kesî.Ew yek pêşîya dîyaloga Bexdayê û Waşîngtonêye stratêcî qewimîye. Destpêka meha nîsanê, k’atibê ŞAY-yî dewletê Mayk Pompêyo e’lam kir,wekî Waşîngtonê pêşnîyar kirîye ku dîyaloga stratêcî t’evî h’ukumata Îraqê derbazke û ewê meha h’ezîranêda derbazbe. Pompêyo gotîye, wekî h’emû pirsên stratêcî wê bêne gotûbêjkirinê, nava wanda usa jî pirsa hazirîya hêzên ŞAY-ye li Îraqê. Em bêjin,wekî li zona Bexdayêye k’esk wek’îltîyên dîplomatîk û îdarên Îraqêye h’ukumatê cîwarkirîne. H’etanî niha t’u t’eşkîletekê cabdarîya vê yekê hilnedaye ser xwe, lê hatîye r’agîhandinê,wekî r’okêt ji alîyê stadîyona navnet’ewîye Şaabê hatîye berdanê.
Herwiha kontr’ol bike
Close