H’emû nûçe

Xebatk’arên doxtirîyêye li Ermenîstanê û dîyasporayê ce’dandinên xwe kirine yek ku nexweşîya koronavîrûsê alt’kin

Ji dudê nîsanêda destpêkirî ofîsa wek’îlê k’arên dîyasporayê t’evî înstîtûta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê, komîtêya ermenîye doxtirîyê û fonda h’emermenîyê hevk’arî destpê kirine.Merem ewe, ku bi t’evayî qeydên sekinandina nexweşîyê gotûbêj bikin, bona bûyarên mexsûs nêzîkbana pêşda bik’işînin û cêr’ibandinên xwe p’evbiguhêr’in. Şer’k’arîya dijî koronavîrûsê berdewam dibe û çiqas diçe diha gelek xebatk’arên doxtirîyê dighîjine vê yektîyê. Destpêkêda 4O p’êşekzan berev bibûn, lê van axirîya hejmara wan ji sedî zêdetire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button