H’emû nûçeSereke

Organîzeya h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê ji 8O-ê tonna zêdetir dû-derman gîhandine bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê

Organîzeya h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê 14-ê h’ezîranê ji 8O-ê tonnayî zêdetir dû-derman û eşîyayên doxtirîyê ji Îraqê gîhandine bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê.Ew bar ji fir’egeha Hewlêrê çûye fir’egeha Damişqê. “Ez bi wê yekê fir’nax dibim,wekî ez endama oragnîzeya h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinême, ya ku li t’emamîya dinîyayê dixebite û bona wan meriva qewata xwe dide xebatê, yên ku h’ewcê wê yekêne.Ez dixwezim r’azalixîyê e’lamî h’emû kolêgayên xwe bikim, emekê k’îjana nava gîhandina baraye cîda heye”,-wek’îla organîzeya h’emdinyîayêye saxlemîxweykirinê û wek’îla mîsîya li Sûrîyayê, doktor Magtîmovayê gotîye. Bi saya wî barî mîlîonek 6OO h’ezar meriv dikarin ji alîyê doxtirîyêda bên r’azîkirinê.Barê ku şandine, beşeke alîk’arîya hûmanîtarîye bona krîzîsa Sûrîyayêye, ya ku ji alîyê civaka Avropayêda hatîye fînansekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button