Sereke

Li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê k’irêkirîyên t’irka zevî û malên binelîya dişewitînin

Li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê k’irêkirîyên t’irka zevîya û mala dişewitînin û ew yek bere-bere ji cîyekî derbazî cîyekî mayîn dibe. 15-ê h’ezîranê li gundê Arîşayê, yê ku li r’ojavayê T’êl T’amirêye, zevî hatine şewitandinê.Wextê ku bayê qalin r’abûye, ew agir ji gundekî derbazî gundekî mayîn bûye. Nava encamên wê agirpêk’etinêda bi deha malên binelîyên e’dil şewitîne û usa jî agir dara k’etîye.Ev h’emû tişt li ber ç’e’vê eskerên T’irk’îyayê tê mîyaserkirinê, yên ku alî binelîyên e’dil nakin. Meremê h’îmlî ewe, ku bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê ji r’ezê xwe miqûf bimîne.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button